Hunermendên TEV-ÇAND’ê piştgirî dan Partiya Çepên Kesk

Hunermendên TEV-ÇAND a li Ewropayê ji bo hilbijartinên ku wê 14’ê Gulanê bên lidarxistin, piştgirî dan Partiya Çepên Kesk.

Hunermendên TEV-ÇAND a li Ewropayê, beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi daxuyaniyeke piştgirî dan Partiya Çepên Kesk.

Hunermendên Kurd tevlî daxuyaniya ku li avahiya TEV-ÇAND a bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, bûn. Li ser navê hunermendan Hozan Diyar daxuyanî da û diyar kir ku divê gel li hemberî polîtîkayên înkar-îmha û şer ên AKP’ê yên li hemerî gelê Kurd, di sindoqan de helwesta xwe deynin. Diyar anî ziman ku eger AKP bi ser bikeve, şerê li hemberî Kurdan wê kûrtir be.

Diyar got: “Em hunermend van hilbijartinan dîrokî dibînin. Desthilatdariya şer a AKP-MHP’ê ku 20 sal in li ser desthhilatdariyê ye, hemû derfetên xwe ji bo tinekirina destkeftiyên gelê me xistiye meriyetê. Li ser gelê me terorê dikin. Eger desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din were ser desthilatdariyê, wê mirin, sirgûn û zindanan ji gelê me re rewa bibînin. Dîsa çiyayên me bidin. Zarokên me bikujin. Ev desthilatdarî heta ku destkeftiyên gelê me tine neke wê raneweste. Ji ber vê yekê ev derfeteke dîrokî ye. Em vê derfetê baş bikar bînin. Em vî şerî û desthilatdariya faşîst têk bibin. Biavêjin ser çopa dîrokê.”